Template Tools
You are here :  Главная
Todays is : Monday, 30 March 2020
HESITREN NIVISKAR HESITREN GELE ME NE !     e-mail
Administrator   
Monday, 23 July 2012

 Image    Van rojan pirtûka serhatîyên (kurteçîrokên) nivîskar û lêkolînerê navdar Tosinê Reşîd ya  bi navê «Hêstir» li Hewlêrê bi tîpên erebî çap bû.

 

     Pirtûk dezgeha çapê û weşyanan (belavkirnê) ya «Aras» derxistîye.

 

     Wek nivîskar dibêje, pirtûk jî mîna zarokane, ku hela ronahyî nedîtîye, tu pê re dircifî, ew bal te ye,  di mala te de dijî, li  ber dilê te de gelekî ezîz û şîrîne.

    Lê gava çap dibe, tê bêjî dibe notla zara nû fira ketî û ji malê dertê û diçe. Tu xemgîn dibî. Ew te re îdî dibe bîranîn û hisret...

    Belê, her efrandinek ji bo nivîskarê eyinsî wek zarokan hizkirî ye, li ber dilê wî de şîrîn û ezîze. Lê zarok jî bextewarîya mezine, kerem û dayîna Xwedê ye.

     Bila, wek dibêjin,  pirtûka Tosinê Reşîd ya nû li ser xêrê be. Bêgûman, ewê bibe milkê gelê me, bibe kelepûra kurdî .

      Pirtûka serhatîyên Tosinê Reşîd ya «Hêstir» min bi tîpê latînî û bi şêweyê êlêktron çendekî berê xwend. Prtûk ji  13 kurteçîrok-serhatîyan pêk hatîye. Serhatîyên «Serma», «Xwîşk û bira», «Kujarê dê» û «Koçberî» rewşa giran ya piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêt li Ermenîstanê tînin li ber çavan. Di çîroka «Serma» de mirov bi weyneçarî pirtûkên xwe dişewitîne, wekî xwe germ bike, ji ber ku ne êlêktrîk, ne germaya avayan, ne firnên nan wê demê kar nedikirin. Min ev rewş li ber çavên xwe dîtîye. Zivistana wan salên destpêka 1990-î ya bi sûr û serma rewşenbîran pirtûkên xwe dikirine sobê û dişewtandin.  Fikir û sewdayê mirovan diketine nava agir û dişewtîn. Soba ûsa di destpêkê de hinekî germaya fîzîkî  dida, lê du re dema serma ruh destpê dibû, tê bêjî destbi xelaya fikrê dibû. Eva hesîna bedbextîyê li bal reşenbîrên ermenîyan, kurdan, rûsan û netewên mayîn, lo li bal mirovên sade, ku ketibûne wê rewşa giran, wek komkujîkê dahate hesab kirinê, komkuja fikir û wêje, ruhanî û felsefeyî. Gava fikir tê şewtandinê, di nava civakê de hovîtî pêşda tê. Xwezil li wê civakê, ku bikaribe li ber wê rewşa hebûn-tunebûnê teyax bike. Tebîyetê baltê (bivirê) giran li benda xistîye,  mirovan jî herdem li ber xwe dane û li ber derbên usan teyax kirine. Ji ber ku mirov bi destî xwe rewşa usan saz dike, dibê bi xwe jî bersiva nenerên xwe bide.

      Erê, me got wê hênê fikrdaran fikrên xwe dişewtandin. Tê bîra min, hema wan salan ez carekê bûme mêvanê zanyarekî meyî mezin. Kevanîya wî  li aspêjxanê sifre rast dikir. Bîna dû hat û li malê bela bû, min îdî tê derxist, ku li avayîkî bajarê Rewanê, li mala rewşenbîrekî meyî hêja pirtûk dikevne sobê û dişewtin. Ewê kevanîya êgin li wê êvarê xwerina çiqasî jî tam çê bikira, lê bê tem bû, li ber mirovan de nediçû. A, hema serhatîya nivîskar ya «Serma» di encameke usan de hatîye nivîsarê.

  Di serhatîya «Xwîşk û bira» de xwîşk û biraya tenê dimînin, nikarin abûra xwe bikin, tab nakin û keçik nexweş dikeve, dû-derman tune. Di dawîyê de ew  xwe dikûje. Serpêhatîya «Koçberî» di dema şerê Qerebaxê de pevçûyîna gelên vê heremê, usa jî koçberîya kurdan derdixe holê. Di «Kujarê dê» de kur seba hebûnê dîya xwe dikuje. Di çîroka  «Dergîstîya birê» de zeva rojekê berî şaya xwe tê kuştinê, lê du re dergîstîya wî ji bo birayê biçûk tînin. Keçik qebûl nake, lewra jî birayê biçûk ji mal direve û diçe. «Zarîna dê» jî li ser wê yekêye, ku çawa yek hêwîyê tîne li ser jina xwe û ew yek ji wî, jin  û zarên wî re dibe bedbextîya mezin.

Image      Du serhatîyên nivîskare dinê–«Xewnerojkên tenêtîyê»  û  «Têlêfon bêdenge», rewşa pêneberan li xerîbîyê, tenêbûna wan tînine li ber çevan. Li kurteçîroka «Çîya» keçek li bakûra Kurdistanê piştî koçberîyê vedigere gundê kal-bavan û dixweze hilkişe çîyayê fêza gund, ku jê re «Çîyayê pîroz» digotin. Lê eskerê tirk digrin, dibin û îskence dikin.

      Serhatîke dirêj di vê pirtûkê de heye, ku wek romanokêye, navê wê «Ser rîya xwekuştinê» ye. Keçeke seqet li Stenbolê dixweze xwe bikuje, ji ber ku hevalên wê diçin, dibin gerîla. Lê ew seqete, nikare here. Ev serpêhatîke zelûlîye, ku rewşa civaka gelê me li bakûrê Kurdistanê derdixe meydanê.

Sê çîrok-serpêhatî li ser êzîdîyan hatine nivîsarê. Ew li bin sernivîsa tomerî derketine: «Birîna hê jî kew pê nehatî». Du serpêhatî yên dîrokîne. Ya yekê–«Şêro beg ji gundê Mêhrkan», li ser bûyarên sala 1842-an hatîye nivîsarê,  gava Teyar Paşa bi şer diçe li ser Şengalê. Lê  ya dinê–«Feqîr û pirtûk», bûyar-qewmandinên sala 1891-ê tînine li ser zar, gava Omer Webî Paşa davêje li ser Şêxanê û Lalişê. Serpêhatî-çîroka sisyan li ser xortekî êzîdîye, ku di zarotîyê de tirka kirîye yênîçer û ew tê li ser gundê xwe şer. Di wê helebelê de bîra wî geş dibe û ew fêm dike, wekî ew êzîdî bûye. Ew di dawyê de hêsîrên êzîdîyan rizgar dike û du re xwe dikuje.

      Bi kurtayî naveroka pirtûka Tosinê Reşîd ya nû eve. Ewî navê wê danîye «Hêstir». Gava ev pirtûk bighîje li ber destên xwendevan  û ew bixwînin, wê demê ew tê derxin, ku ji bo çi nivîskar navê wê usa danîye. Em dikarin bêjin, wekî di «Hêstir»-a Tosinê Reşîd de hêstirên gelê me têne xarê…

 

Prîskê Mihoyî,

 

www.kurdist.ru



 

RSS
!

Copyright (C) 2007 Alain Georgette / Copyright (C) 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved.

( Monday, 23 July 2012 )
 
< .   . >

Авторизация

/

Кто на сайте?

Последние комментарии

Другие Статьи

                                               

Всего пользователей

156323
10
28
889
: leonrs1